Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerafettîn Elçî û Hilbijatinên Giştî li Tirkîyê


Jinên Kurd di kombûneke girseyî ya BDP'ê de daxwazên xwe bilind dikin.
Jinên Kurd di kombûneke girseyî ya BDP'ê de daxwazên xwe bilind dikin.

Di hevpeyvîneke taybet de namzedê serbixwe yê bajarê Dîyarbekirê, ji Bloka Ked Demokrasî û Azadîyê, Şerefettîn Elçî jibo guhdarên me dibêje, Serokwezîrê Tirkîyeyê li Dîyarbekirê tiştê gelek çewt û xelet kirîye û li gelê Kurd haqaret kirîye. Sîyasetvanê Kurd dibêje ev yek hem jibo Tirkîyê hem jî jibo Erdogan bêşansîyek e.

Namzedê Dîyarbekirê Şerafettîn Elçi jibo piştî hilbijartinê dibêje“ Erdogan, staretejîya xwe ya hilbijartinê li ser armanca ku Partîya Gel Ya Neteweperwer (MHP) di bin bendê de bihêle, danîye. Jibona wê jî gotarên xwe li ser nîjadperestîyê ava dike.

Şerafettîn Elçî dibêje “ Ez hêvî dikim ku piştî hilbijartinê Erdogan, bi aqilê dewletê rûnê û gotinên şaş û xelet serast bike, sîyaseta xwe bigûherîne.”

Kerem kin bi lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn, guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.

XS
SM
MD
LG