Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerê Navnetewî Brahîmî li Şamê bi Balyozê Çînê Kom Bû


Nûnerê navnetewî yê Sûrîyê Lexder Brahîmî
Nûnerê navnetewî yê Sûrîyê Lexder Brahîmî
Nûnerê navnetewî yê Sûrîyê Lexder Brahîmî, di serdana xwe ya yekê ya Sûrîyê de, te çaverê kirin ku îro Înîyê li Şamê bi Serok Beşar Esed re hevdîtinek pêk bîne.

Di çarçoveya serdana xwe de, Brahimi îro bi balyozê Çînê yê li Sûrîyê Zhang Xun re kom bû ku got, ew bi mîsyona Brahîmî geşbîn e û “ serketin” jî wî re dixwaze.

Birêz Brahîmî roja Pêncşemê gotibû ku rewşa krîza Sûrîyê xirabtir dibe. Wî reşbînîya xwe dîyar kir ku hewilên cîhanîna agirbestekê û pêkanîna hikûmeteke demkî hema hema ne pêkan e.

Nûnerê navnetewî yê Sûrîyê Lexder Brahîmî ku do Pêncşemê ligel Wezîrê Derve yê Sûrîyê Welîd Mualîm hevdînek kirîbû, herwiha plan dike ku bi endamên opozîsyona Sûrî re jî kombûnan bike ku şer dikin ku rejîma birêz Esed hilweşînin.

Lexder Brahîmî roja Çarşemê çûbû Qahîreyê ku ligel karbidestên Yekîtîya Ereb re ser rewşa Sûrîyê hevdîtinan bike.
XS
SM
MD
LG