Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mehveş Evin: Jibo Grevên Birçîbûnê Dezenformasyonek Mezin Heye


Mehveş Evin (rast) û peyamnêra Dengê Amerîka Hatice Kamer.
Mehveş Evin (rast) û peyamnêra Dengê Amerîka Hatice Kamer.
Rojnamevan û qunciknivîsa rojnameya Milliyet Mehveş Evin, jibo grevên birçîbûnê û xwepêşandanan bişopîne li Dîyarbekirê bû.

Rojnamevan Evin jibo Dengê Amerîka destnîşan kir ku di medyayê de jibo grevên birçîbûnê dezenformasyonek mezin heye û têgihîştina raya gel jî li ser vê dezenformasyonê tê avakirin. Mehveş Evin dibêje “mixabin piştî 50 rojan şûnda bala medyayê ket ser grevê.”

Niviskara rojnameya Milliyetê dibêje malbatên girtiyan pir xemgîn in, zarokê wan dikin bimrin, ji destê wan tiştek nayê lê tiştê wan xemgîntir û bê hêvîtir dike gotinên serokwezîr e ku ji bo zarokê wan dibêje şov dikin.

Evin dibêje li Diyarbekirê, ji alîgirên BDP heta yên AKP devê kê vedibe behsa veqetandina hêstî dikin.

Nivîskar Evin destnîşan dike di aliyek de operasyon didomin û PKK êrîşan zêdetir dike, bi sedan mirov dimrin, di vê rewşa dexwaza maf û azadiyan, an hewildana aşitiyane dikeve tengasîyê.

Mehveş Evin dide zanîn di van çend rojan de tiştê ku wê zêde acis kiriye li her derî panzêr û polês hene û devê tivingê panzêra li ser morvan digere.
XS
SM
MD
LG