Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Navbera Çekdarên Şîe û Sunnî li Libnanê Pevçûn Derket


Bi sedema şer û pevçûna navbera çekdarên Şîe û Sunnî li başûra Libnanê sê kes hatin kuştin û pênc kesên din birîndar bûn.

Pevçûn roja Yekşemê li navbera alîgirên oldarê Sunnî Şêx Ehmed El Essîr û endamên komela çekdarîya Hizbullah qewimî, li gorî ajansa Associated Press.

Jiber şerê Sûrîyê, alozîya tayîfî li Libnanê jî zêde dibe.

Li meha bihurî, berpirsekê ewlekarîyê, ku li dijî rejîma Sûrî bû, li Libnanê hate kuştin. Bi kêmî ve 13 kes hatin kuştin li alozîyên piştî kuştina general Wissam El Hesen, ku Sunnî bû.
XS
SM
MD
LG