Lînkên eksesibilîtî

Amerîka Piştgîrîya Opozisyona Yekgirtî ya Sûrîyê Dike


Maaz El Xetîb

Maaz El Xetîb

Hikûmeta Amerîka piştgîrîya xwe ragihand jibo opozisyona yekgirtî ya Sûrîyê.

Wezareta Derve ya Amerîkî ragihand ku hikûmeta Amerîkî kêfxweş e ku piştgîrî bide opozisyona yekgirtî li demê ku bizavê dike desthilata zordar a Beşar El Esed bidawî bîne û paşerojeke bi aştî û demokratîk jibo Sûrîyê ava bike.

Endamên komeleyên cûda yên opozisyonê roja Yekşemê li Qeterê Maaz El Xetîb wek serokê hevalbendîya nû ya komelên opozisyonê hilbijart.

Xetîb îmamê berê yê mizgefta Ûmewî ye li Şamê û çend caran hatibû binçavkirin pêş ku di vê salê de li Sûrîyê bireve.
XS
SM
MD
LG