Lînkên eksesibilîtî

Balafirên Rejîma Sûrî Êrîşa Serêkanîyê Dikin


Balafirên ser bi rejîma Beşar El Esed roja Duşemê êrîşa bajarê Serêkanîyê kirin, li nêzîkî sînorê Tirkîyê.

Di wê êrîşê de bi kêmî ve 12 kes hatin kuştin, li gorî ajansa Associated Press.

Karbidestekî Tirk dibêje ku nêzîkî 70 birîndar derbasî Tirkîyê bûn, lê belê jiber giranîya birîndan heşt ji birîndaran jîyana xwe li dest dan.

Bajarê Serêkanîyê ser bi parêzbeha Heseke ya piranî Kurd e û berî çend rojan hêzeke Artêşa Azad derbasî wî bajarî bûn û bingehên ser bi rejîmê kontrol kirin.

XS
SM
MD
LG