Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan: Balafirên Sûrî Dîsa Êrîşa Serê Kanîyê Kirin


Li gorî çalakvanan, balafirên ser bi rejîma Beşar El Esed dîsa êrîşa bajarê Serê Kanîyê kirin.

Çavdêrîya Sûrî jibo Mafên Mirovan ragihand ku di êrîşa roja Sêşemê de herî kêm yek kes li Serê Kanîyê, nêzîkî sînorê Tirkîyê, hate kuştin û sê kesên din birîndar bûn.

Li gorî çalakvanan, li du rojên êrîşên esmanî nêzîkî 31 kes li Serê Kanîyê hatin kuştin.

Bajarê Serê Kanîyê ser bi parêzbeha Heseke ya piranî Kurd e û berî çend rojan hêzeke Artêşa Azad derbasî wî bajarî bûn û bingehên ser bi rejîmê kontrol kirin.
XS
SM
MD
LG