Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jetên Tirk Nobedarîya Tixubê Başûr ya bi Sûrîyê Dikin


Tirkîyê firokên xwe yên ceng îro Pêncşemê, jibo roja duyê ser hev, şandin ser sînora Sûrîyê, piştî ku firokên Sûrî bajarê Serêkanîyê anku Ras al Ain bomberan kirin.

Nûçegîhanekî Reuter’ê li bajarê Serêkanîyê yê alîyê Tirkîyê anku bi navê fermî, Ceylanpinar got, wî 2 firokên şer yên Tirk dîtine ku li esmana Serêkanîyê difirin.

Heman nûçegîhan got, ti nîşaneyên şer û pevçûn li Ras al Ain tune bûn, piştî ku hêzên dilsozî Beşar Esed bi rojan bajar bomberan kiribûn.

Serhildayan hefteya borî ketibûn bajarê Serêkanîyê ku nîfûsa wê ji Kurd û Ereban pêk tê. Di encama wê de, bi hezaran kes neçar mabûn ku ji bajêr derkevin û herin alîyê Tirkîyê.

Tirkîye dibêje, ew pêgîr e ku xwe biparêze, eger tundûtûjîyek ji hêla cîrana wê biqewime.

Enqere radigihîne ku wê berdewam bersîva êrîşên hêzên Beşar Esed daye ku bi topan êrîşî axa wê dike.
XS
SM
MD
LG