Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xi Jinping Wekî Rêberê Nû yê Çînê Tê Binav Kirin


Xi Jinping wekî rêberê nû yê Çînê hatiye binav kirin, piştî ku ew bû Sekreterê Giştî yê Partîya Komunîst ya desthilatdar û Serokê Komîsyona Leşkerî ya wî welatî.

Cîgirê Serok Xi, ku ji zû de dihate çaverê kirin cîhê serokê berê Hu Jintao bigire, roja Çarşemê ligel şeş endamên nû yên rêbertîya nû li ser xalîya sor meşiya.

Birêz Xi yê ku li meha Adarê dibe serok, di gotarekê de li ser televîzyona dewletê got ku rêberên nû yên Çînê rastî berpirsîyeke mezin tên.

Lê, Xi Jinping herwiha got ku ewê jibo jîyaneke xweştir bo hemwelatîyên Çînê têkoşînê bikin.
XS
SM
MD
LG