Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Kurd li Rojhilata Navîn


Buhara Erebî hêvîyên nû daye Kurdên li seranserî Rojhilata Navîn ku serxwebûna xwe bi şêweyên sîyasî bidest bixin. Li dema ku hêzên çekdar yên Kurd operasyonên xwe li çar welatan didomînin, ev yek dikare bibe astengî jibo xewnên neteweyî yên Kurdan.

Mark Snowiss ji Dengê Amerîka di vê Raportê de tevgera serhildayên Kurd ji binî de şîrove dike.

Li mehên dawî, nakokîya hikûmeta Tirkîyê ligel Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) zêde giran bûye û wekî şerê herî giran di dehên salan de hatîye xuya kirin.

Raport dibêjin ku ji dema pevçûnên berfireh li havîna sala 2011'an de destpê kirin, bêtirî 700 kes hatine kuştin. Ev jimara herî bilind e ji wexta dawîya salên 90’î de. Artêşa Tirk di van şeş mehên dawî de 1000 êrîş birîye ser PKK. PKK ji alîyê Amerîka û Yekîtîya Ewropayê wekî rêxistineke terorîst tê zanîn.

Li herêmê, PKK’ê bask ji xwe re çê kirine, wekî PYD li Sûrîyê û PJAK li Îranê. Tevî redkirinê, Îhsan Bal, pisporê ewlekarîyê ku li Enqere dimîne, dibêje ku ev bask ji alîyê PKK’ê ve tê birêve birin.

Bal dibêje, jibo PJAK’ê, Kurdên Îraqê tê de ne û PYD li Sûrîyê jî ji Kurdên Sûrîyê pêk tê, lê rêvebirîya karîger û bibandor PKK ye.

Karbidestên Ewropî û Amerîkî dibêjin, ev grup ji heta radeyekê ji alîyê tora PKK’ê bi alîkarîyan ji piştevanên rêxistinê li Tirkîyê û hewriha ji revenda Kurd li Ewropayê ve tê fînans kirin. Herwiha ew bi darê zorê pereyan ji xelkê distînin, qaçaxtîya madeyên hişbir û qaçaxtîya mirovan dikin.

Li gorî tê ragihandin, PKK’ê salane dora 25 mîlyon dolarên Amerîkî ji revenda Kurd werdigire, lê fînansa wê ya sereke ji hindûrê Tirkîyê bixwe tê. Ev pere jibo her tiştî tê bikar anîn, ji operasyonên çekdarî bigire heta bi kanalên televîzyonê û rêxistineke lobîkirinê li Ewropayê.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan daxwaza karekî navneteweyî kirîye ku hatina pereyan ji Ewropayê rawestîne.

Erdogan ji karbidestên Alman re meha borî got ku Tirkîye dixwaze Yekîtîya Ewropayê vê rêxistina cudaxwaz ya terorîst, wekî ku wî binav kir, rawestîne ji wergirtina pereyan ji revenda Kurd û ji Rojava, da ku bi zelalî helwesta xwe ji vê pirsgirêkê bistîne.

PKK li sala 1978’an hate damezrandin, ligel soza peydakirina Kurdistaneke serbixwe jibo 30 mîlyon Kurdên li Rojhilata Navîn. Ev armanc bi salan bûye otonomî li Tirkîyê.

Jiber nakokîya ku berî 28 salan destpê kir, bêtir ji 40 hezar kes hatine kuştin. Di dawîya salên 80’ê de, PKK’ê bingehên xwe li Îraqê ava kir.

Şîrovekar Îhsan Bal dibêje, nêzîkî 4 hezar şervan li çîyayên bakurê Îraqê di bin destê PKK’ê de ne. Hezarek çekdarên din jî li nav Tirkîyê ne.

Îhsan Bal gotina komandarê baskê çekdar yê PKK, Murat Karayilan bikar anî û got ku budçeya artêşa grubê salane bêtirî 140 mîlyon dolar e.

Bal dibêje, ragihandina Karayilan nêzîkî 140 mîlyon dolar e, û em jî pêşbînî dikin ku ew 150 mîlyon dolar e. Ev e texmîna budçeya baska leşkerî ya PKK’ê ye.

Piştî ku hêza Serokê Sûrîyê Beşar el Esed ji Adara 2011’an de lawaz bûye, rêberên Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) ji bingeha sereke ya PKK li Qendîlê li Îraqê veggerîyane Sûrîyê.

Li dema ku hevalbenda wê destê xwe danî ser bajarokên ser tixûbê Tirkîyê, PYD dibistan, navendî çandî û dezgehên din yên Kurdî ava kirine.

Henri Barkey ji Zanîngeha Lehigh dibêje, PKK’ê û baskê xwe yê Îranê, Partîya Jîyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) bêtir nêzîkî hev dîyar dibin.

Lê rêberên Kurd, bi taybet li Îraqê, deskeft bi rîya aborîyê bidestve anîne, ku di encamê de alternatîvekî pêşkêşî şerê leşkerî dike. Karbidestên Kurdên Îraqê vê hefteyê jibo danûstaninên bazirganî li Tehranê kom bûn.

Pispor Barkey dibêje ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nêrîneke berfireh ya herêmî pêşkêş dike ku karê PKK’ê yê leşkerî nikare li vê yekê were berhev kirin.

Barkey dibêje, Barzanî xwedî dezgeh e, xwedî pere ye û xwedî dewlet e, tevî ku parçeyeke ji dewleta Îraqê ya federal, lê ew wekî dewletekê tê pênasîn. Barzanî pênasîn û pejirandineke navnetewî heye, lê li alîyê din, PKK ji alîyê Amerîka û Yekîtîya Ewropa û alîyên din ve, wekî rêxistineke terorîstî tê zanîn.

Barkey dibêje, ti guman tune ye li ser wê yekê ku PKK’ê Kurd anîn ser nexşeya Tirkîyê. Lê ew dibêje, ji vir û pêve, pirsgirêka Kurd nema tiştekî ji tundûtûjîyê bidest dixin.

Kerem kin li vê Raportê bi dengê Sîrwan Qiçço li ser lînka jêrîn klîk bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG