Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Clinton Banga Xurtkirina Aborîya Amerîka Dike


Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton dibêje, jiber ku nuha şerê Îraqê bo artêşa Amerîka bi dawî bûye û şerê Afganistanê ber bi dawîyê ve diçe, Amerîka dide dû wê yekê ku berjiwendîyên xwe yên aborî li seranserî cîhanê belav bike.

Dîplomata herî bilind ya Amerîka roja Şemîyê li Sîngafora axivî û hewil da xemên derbarê bilindkirina baceyan û kêmkirina butçeyê rahêje, ku gengeşe derbarê vê yekê navbera Serokê Amerîka Barack Obama û hevrikên wî yên Komarî li Kongirêsê germ bûye. Komarî û Demokrat roja Înê ji kombûnekê ligel Obama derketin û soz dan ku bingeheke hevbeş peyda bikin da vê bobelata diravî rawestînin.

Xanim Clinton, ku berê xwe dide hilcivîna Asya Pasîfîk li Kambodya ku Obama jî lê amade dibe, got ku pêwîst e bawerî bi Welatên Yekgirtî tucarî nebe cihê pirsê.

Wezîra Derve ya Amerîka got, bersivdana gefeyan dê herdem tiştekî bingehîn be bo siyaseta derve ya Amerîka, lê nabe bibe siyaseta derve ya bitenê jibo Washington.

Xanim Clinton got ku Washington daxwaz dike ku kêşana aborîya cîhanî biguhere ku Amerîka bêtir derfirotinê bike û Asya bêtir derkirînê bike, û bi vê yekê krîzên diravî tên hilanîn û çîna navîn tê ava kirin.
XS
SM
MD
LG