Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Agirbestê Gaza û Îsraîl Rojeke Aram Diborînin


Piştî ragihandina agirbestê, rûniştvanên Gaza’yê jibo pîrozbahîyê rijîyan kolanan
Piştî ragihandina agirbestê, rûniştvanên Gaza’yê jibo pîrozbahîyê rijîyan kolanan
Filîstînî û Îsraîlîyan îro Pêncşemê bi aramî derbaz dikin, piştî ku agirbesta do êvarê li navbera Îsraîl û Hamas’ê hate ragihandin.

Eger Îsraîl û mîlîtanên Hamasê ku Kerta Gaza’yê birêve dibin bikarin heta 9'ê şevê agirbestê bidomînin, derîyên ser sînorê dê bêne vekirin d aku rûniştvanên herêmê bikaribin bi rehetî hatin-çûyînê bikin.

Wezîrê Derve yê Misirê Mihemed Kamîl Emr şeva Çarşemê li Qahîre’yê, bi hazirbûna Wezîra Derve ya Amerîkî Hillary Clinton ragihandibû ku Îsraîl û Hamas li ser agirbesteke li Gazayê razî bûne.

Wezîra Derve ya Amerîkî Hillary Clinton hêvî xwest ku çareserîyeke dirêjdemî jibo pirsgirêka navbera Îsraîl û Filîstînîyan bê dîtin û aştî li wê herêmê mayînde be.

Piştî ragihandina agirbestê, rûniştvanên Gaza’yê rijîyan kolanan û bi gotina wan, serkeftina xwe pîroz kiribûn.

Misir çavdêrîya rawestandina şer dike ku her du alî jî şert û mercên wê agirbestê neşkenin.

Hefteya borî, Îsraîlê êrîşa xwe li dijî armancên Hamasê li Gaza’yê destpê kir, di bizavekê de jibo dawîkirina êrîşên roketî yên Hamasê li dijî Îsraîlê.

Di pevçûn û êrîşên esmanî de pirtir ji 140 Filîstînî û 5 Îsraîlî hatibûn kuştin.
XS
SM
MD
LG