Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Tirkîyê Erdogan Rexneyên Tund li Malîkî Dike


Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, doh Çarşemê dema jibo beşdarbûna Hilcivîna Gruba D-8’an diçû Pakîstanê, rexneyên tûnd birin ser Serokwezîrê Îraqê Nurî Malîkî.

Birêz Erdogan dibêje, heta rêberên Şîa jî Malîkî wek dîktorekî ji Sadam xirabtir binav dikin.

Rojnamevan Adnan Ateş li Stenbolê, daxuyanîyên Serokwezîrê Tirkîyê û gefên Malîkî yên li ser Herêma Kurdistana Îraqê jibo Dengê Amerîka şîrove dike.

Ateş dîyar dike ku Malîkî ji têkîlîyên baş yên Tirkîye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê pir aciz e û dixwaze hêza Hikûmeta Herêma Kurdistanê bipîve.
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG