Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerê Navbera Hikmet û Serhildayan li Başûrê Paytaxt Şam Didomin


Bizavkarên Sûrî dibêjin şerên navbera hêzên hikûmetê û yên serhilda didomin ku kontrola taxên başûrê paytaxt Şamê dest bixin.

Şerê îro li vê demê tê Serokê Parlemana Îranê, Alî Laricanî do çûbû Şamê ku ligel Serokê Sûrî Beşar Esed hevdîtinan bike.

Berevankarên mafên mirovan yên Sûrî roja Pêncşemê ragihandibûn ku pirtirî 40.000 kes ji meha Adar a sala çûyî anku destpêbûna serhildana vir ve li wî welatî hatine kuştin.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ji Dengê Amerîka re dibêje ku 28.000 ji qurbanîyan gelê sîvîl û serhilda ne. Ew herwiha dide zanîn ku bêtir jî 10.000 leşkerên Sûrî jî heta niha jîyana xwe hinda kirine.
XS
SM
MD
LG