Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konferansa Qedexekirina Çekên Navokî li Rojhilata Navîn Pêk Nayê


Victoria Nuland, peyivdara Wezareta Derve ya Amerîka
Victoria Nuland, peyivdara Wezareta Derve ya Amerîka
Amerîka dibêje ku konferansekî li ser qedexekirina çekên navokî li Rojhilata Navîn dê pêk neyê jiber nîrên heyî li wê herêmê.

Ev ragihandin di demekê de tê ku şerê Îsraîlî û Filestînîyan li Xezayê germ bûye, şerê navxweyî li Sûrîyê gûr bûyer û ne aramîya siyasî li Misirê zêdetir bûye.

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîkî Victoria Nuland di daxuyanîyeke xwe de roja Înîyê got ku valahîyeke teyorî li herêmê berdewam dike, li ser çawanîya rêvebirina ewlekarîya herêmî û kontrolkirina çekan.

Xanim Nuland got ku Amerîka piştgirîya konferansekî nake ku têde dewleteke herêmî bibe cihê zext û fişaran. Ev yek xem û fikarên Amerîkayê nîşan dide ku welatên beşdar li dijî Îsraîlê derkevin.

Îran û welatên Ereb herdem dibêjin ku tersana Îsraîlê ya navokî gefeyan li ser aştî û ewlekarîya Rojhilata Navîn dike. Lê Îsraîl û hêzên Rojava, Îranê wekî gefeya navokî ya sereke dibînin. Tehran niyazên xwe yên atomî red dike.

Biryar ew bû ku konferansa navokî dawîya vê salê li Finlandayê pêk hatiba.
XS
SM
MD
LG