Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Felestînî li Benda “Bûyereke Dîrokî” ne


Nûnerê Felestînî li Neteweyên Yekbûyî dibêje pêşbînî dike ku “bûyereke dîrokî” roja Pêncşemê çêbibe, dema N.Y. dengî li ser bernivîsa biryarekê dide ya taybet “bi hebûna dewleta Felestînê.”

Li gorî pêşbînîyan, dibe ku piranîya endamên N.Y. piştgîrîya wê biryarê bikin.
Rîyad Mensûr roja Sêşemê pesna Fransa û welatênd in yên Ewropî da jibo piştgîrîkirina wê biryarê ku deverên Felestînî wek welateke çavdêr yê ne endam di Neteweyên Yekbûyî de qebûl dike.

Mensûr dibêjeku Felestînî di wê bawerê de ne ku pejirandina biryarê wê rêkê xweş bike jibo danûstandinên rijd yên aştîyê bi Îsraîlê re.

Dengdan li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî birêve diçe û di wê encûmenê de tu welatekî mafê veto nîne.
XS
SM
MD
LG