Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqînan li Îraqê de Bi Dehan Kuştî û Birîndar Hene


Karbidestên Îraqî dibêjin di encama peqînan de, bi kêmî ve 38 kes hatine kuştin û pirtir ji 100 kesên din birîndar bûn.

Desthilatdar dibêjin ku peqînên dûhev li bajarê Hille pêk hatin, li wê demê ku bombeyeke din li bajarê Karbela'yê ya bajarê Şîa’yan peqî.

Teqînên îro Pêncşemê du roj piştî peqîna Bexda'yê qewimîn ku ku trombîlek li ser kombûneke Şîa’yan hatibû peqandin û 12 kes di encamê de hatibûn kuştin.

Her du bajar beşek in ji navenda Şîa’yên Îraqê ku li başûrê welêt dijîn. Gelek caran merasîmên olî yên Şîa’yan ji alîyê Sunnî’yên tundrê ve têne armanc kirin.

Desthilatdar herwiha dibêjin ku êrîşbirekî xwekuj trombîla xwe li bajarê Feluceyê ajot nav xaleke kontrolê û 3 kes kuştin.

Li bakurê welêt jî, bombeyek li ser trombîlê ku polîsê zêrevanîyê li Mûsilê kire armanc 2 kes kuştin.
XS
SM
MD
LG