Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Misir Dixwaze Şerîata Îslamê Wekî Jêdera Qanûna Bingehîn Bipejirîne


Desteyeke bi piranî parêzker ku qanûna bingehîna nû ya Misirê dinivîse, şerîata Îslamê wekî jêdera bingehîn ya qanûna nû qebul kir.

Heman desteya amadekar lezê dike ku biryara wê li bi fermî bê pejirandin, tevî boykota opozîsyonê û kûrbûna kêşeya sîyasî li wî welatî.

Desteya amadekara qanûna bingehîn îro Pêncşemê dengdan kir ku bernivîsa xwe bişîne pêş Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Misirê ku hêza qanûnî ya herî bilind e, li Misirê.

Li ber e, Dadgeha Qanûna Bingehîn roja Yekşemê biryar bide ku dawî li desteyê bîne yan ne.

Li nav çend rojên borî nêzîkî 30 endamên lîberal û Krîstîyan yên jibo protestokirina desteya amadekar ji karên xwe vekêşabûn û dilsozên Serok Mihemed Morsî bi pûçkirina prosesa heyî tawanbar kiribûn.
XS
SM
MD
LG