Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnameyên Japonî: Rewşa Putin ya Saxlemîyê Ne Baş e


Raporên nû ji Japonyayê dibêjin ku Serokwezîrê Yoshihiko Noda civîneke xwe ligel Serokê Rûs Vladimir Putin ya meha were jiber rewşa saxlemîyê ya serokê Rûsî paşve xistîye.

Rojnameyên Kyodo û Jiji yên Japonî roja Înîyê ragihandin ku bajarvanê bajarokekî Japonî roja Înîyê ji birêz Noda re gotîye ku rewşa birêz Putin ya saxlemîyê ne baş e.

Ofîsa birêz Putin li Kremlinê ev rapor red kir. Berdevkê Putin, Dmitriy Peskov got ku problemên saxlemîya serok hatine mezin kirin.

Peskov red kir ku birêz Putin jiber sporê ji pişta xwe êş û azar dikşîne.

Berdevkê Serokê Rûsî got, jiber ku hîn civîn bi awayekî fermî nehatîye destnîşan kirin, pêwîst e kes behsa paşvexistinê neke.
XS
SM
MD
LG