Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerê Aborîyê Koçka Spî û Kongirisê


Rêbîn Kawanî
Rêbîn Kawanî
Di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka Rêbîn Kawanî, aborînas û şarezayê sîyasetên nêvneteweyî got, kêşeya aborî ya miştûmir niha li Kongirêsê liser tê kirin, karî nake ser aborîyê cîhanê, lê dê nîşanek xirab bide kû Amerîkî nikarin liser pirsên xwe rêkbikevin. Wî got jî, eger rêkeftin liser çareseryîa Fiscal Cliff li Kongirêsê ne hat kirin Komarî dê berpisyar bin.
Serokê Amerîka Barack Obama dibêje, nayê qebûl kirin ku hin Komarî li Kongirêsê qutkirina baceyê li ser hemwelîyên çîna navîn ragirin, jiber ku ew bilind kirina rêjeya baceyê li ser Amerîkîyên dewlemend red dikin.

Di gotara xwe ya heftane de, Serok Obama got, ew baceyê li ser malbateke Amerîka ya çîna navîn ku ji çar kesan pêk tê, dê bi 2 hezar dolaran zêde bibe, eger zêdebûna baceyê destpê bike.

Serokî bang li Amerîkîyan kir ku peywendîyê ligel nûnerên xwe yên Kongirêsê bikin û wan derbarê bandora ji destdana 2 hezar dolarên dahatê xwe, agahdar bikin.
Jibo guhdarî kirina hevpeyvînê, faîlê deng kilik bike.

Hevpeyv'în digel Rêbîn Kawanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG