Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NATO di Demeke Nêzîk de Muşekên Patriot li Tirkîyê Bicih Dike


NATO, li ser dawaza Tirkîyê jibo cihkirina sîstema parastina ji muşekan ya Patriot, amadekarîyên xwe didomîne. Tê ragihandin, di nav çend rojên pêş de wê biryara dawî were girtin.

Her du dewletên ku piştgirîya rejîma heyî ya Sûrîyê dikin Rûsîya û Îran, ji vê hewildana Tirkîyê ne razî ne ku Patriot’an jibo xwe wekî tehdît dibînin. Lê, karbidestên Tirkîyê dîyar dikin ku ew Patriot’an tenê jibo xweparastinê û xetereyên ji hêla Sûrîyê ve werin li welatê xwe bicih dikin.

Li alîyê din şandeya NATO’yê ku ji 43 pisporên serbazî pêk tê, ev çend roj in li bajarên Dîyarbekir, Meletî û Urfa’yê lêkolînan dikin da ku cihê danîna Patriotan dîyar bikin.

Li gor Ajansa Anadol ya Tirkîyê, Berdevka NATO’yê, Oana Lungescu radigihîne ku NATO, li benda rapora şandeya serbazî ye da ku di nav çend rojên pêş de biryara dawî wergire.

Serokerkanîya Artêşa Tirkîyê jî do Înîyê biryareke din ya girîng ragihand ku ji îro Şemîyê anku 1’ê mehê pê ve hemî hêzên bejahî yên NATO’yê wê ji Tirkîyê were birêve birin.

Kerem kin guhdarîya vê raportê bikin:
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:55 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG