Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandan li Dijî Serokê Misirê Berdewam in


Sê xwepêşandanên cûda roja Sêşemê li dijî serokê Misirî Mihemed Mursî li Qahîre hatin kirin.

Di xwepêşandanekê de li pêş qesra serokatîyê, polîsên Misirî gaza rundikrêj li dijî xwepêşanderan bikar anî.

Rêberên xwepêşanderan, di nav de kandîdên berê yên serokatîyê Amir Musa, Hamdîn Sebahî û Mihemed El Beradayî “hişyarîya dawî” da birêz Mursî ku piştgîrîya bernivîsa destûrê nû yê welatî neke, ku ji layê Îslamîyan ve hatîye nivîsîn.

Bernivîsa destûrî li heftîya bihurî hate amadekirin, piştî endamên sekular, çep û Kristîyan komîteya destûrî boykot kir.

Biryar e li roja 15’ê vê mehê di referandumekê de deng li ser bernivîsa destûrî bihête dan.
XS
SM
MD
LG