Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistina Transparency International Raporta Salane Eşkere Kir


Rêxistina Ronî û Zelalîya Navnetewî (Transparency International) ku bingeha wê li Berlînê ye, raporta xwe ya salane îro Çarşemê weşand.

Ronî û Zelalîya Navnetewî balê dikşînê ser, bi gotina wê, “asta pir bilind ya bertîlê, bi xirabî karanîna desthilata sîyasî û danûstandinên veşartî” yên li seranser cîhanê.

Transparency International, di raporta xwe ya “Dizî û Perewarinê ya 2012’ê” de welatên cîhanê ji 0 heta 100, li gorî xirabûna asta dizî û perexwarinê rêz dike.

Raporta Rêxistina Ronî û Zelalîya Navnetewî nîşan dide ku Danîmarka, Fînlandîya û New Zealand bi 90 poîntan, welatên herî bê dizî û perexwarinê yên cîhanê ne. Swêd bi 88 puanan li dû Piştî wan welatana tê.

Di lêkolînê de tê gotin ku Somal, Koreya Bakur û Afganistan bi 8 poîntan welatên herî diz û perexwar yên dinê ne û Sudan bi 13 û Burma jî bi 15 puanan li pêy wan rêz dibin.

Di raporta salane ya Ronî û Zelalîya Navnetewî de, Tirkîye bi 49 poîntan di rêza 49’an, Îran bi 28 puanan di rêza 133’an, Sûrîye bi 26 poîntan di rêza 144’an û Îraq jî bi 18 poîntan di rêza 169’an de cîh digirin.
XS
SM
MD
LG