Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Hamas'ê yê li Sirgunê Serdana Gazayê Dike


Rêberê gruba mîlîtan ya Filîstînî, Hamas'ê Xalid Meşhal îro Înîyê geheşte Kerta Gaza’yê, piştî jîyana sirgunî ya 45 salan.

Rêberê Hamas-ê Xalid Meşhal, piştî dagirkirina Îsraîlê ya Kenara Rojava ya di encama Şerê 6 Rojan ya li sala 1967’an neçûbû herêmên Filîstînîyan.

Meşhal, piştî geheştine ser axa Filîstinê, erdê welatê xwe maç kir û şabûna xwe dîyar kir. Ew ji alîyê hevalên xwe û ji hêla rêberên Hamas’ê ve hate pêşwazî kirin û hembêz kirin.

Karbidestên Filîstînî dibêjin, Xalid Meşhal dê roja Şemîyê pişikdarî li pîrozbahîya 25 salîya tevgera Hamas’ê bike.

Serdana Meşhal piştî agirbesta navbera Îsraîlî û Filîstînîyan tê ku pirtir ji 170 kesan di encama tundûtûjîyê de hatibûn kuştin.
XS
SM
MD
LG