Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Çalakîyên Hefteya Mafên Mirovan Destpê Kirin


Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ku piştî Şerê Diduyan yê Cîhanê, 64 sal berê ji alîyê Neteweyên Yekbûyî (NY), ve hatibû qebûl kirin, li seranserê dinyayê tê pîroz kirin.

Li Tirkîyê jî îro 10’ê meha donzdeh, çalakîyên curecur yên balê dikişînin ser mafên mirovan destpê kirin. Her îro raporta salane ya binpêkirina mafên mirovan jî ji bîragiştî re hate ragihandin.

Komela Mafên Mirovan (IHD), di daxuyanîya xwe ya bi minasebeta vê rojê de, îro Duşemê bibîr dixe ku mirov nikarin mafên xwe bikar bînin û hê jî sîstemeke navnetewî ya li ser maf û azadîyan nehatîye ava kirin.

Raportorê Komela Mafên Mirovan Îhsan Kaçar, ji Dengê Amerîka re dîyar dike ku li gor agahîyên raporta sala 2012’an, mafên mirovan ji sala çûyî bêhtir hatine binpê kirin.

Li gor bernameyên ‘Hefteya Mafên Mirovan’ yên ku ji alîyê IHD û sazîyên sivîl ve hatine amade kirin, bi taybetî li Stenbol, Enqere û Dîyarbekirê wê ji 10’ê heta 17’ê mehê, rêzeçalakîyên çandî, hunerî û civakî pêk werin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG