Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

“Gelê Kurd li Proseya Sîyasî ya Sûrîyê Beşdar Dibe”


William Hague (rast) û Meaz El Xetîb.
William Hague (rast) û Meaz El Xetîb.
Wezîrên derve yên Yekîtîya Ewropî roja Duşemê bi rêberê opozisyona Sûrîyê Meaz El Xetîb kom bûn.

Di wê kombûnê de, ku li Bruksel birêve çû, berprisa têkelîyên derve yên Yekîtîya Ewropî Catherine Ashton got ku divê tundûtûjîya Sûrîyê bi rêyên sîyasî bihête çareserkirin.

Hevdem, wezîrê derve yê Brîtanî William Hague got ku Meaz El Xetîb em piştrast kirîn ku hevalbendîya opozisyona Sûrîyê fireh-alî dibe û em piştrast kirîn ku gelê Kurd û gelê Kirstîyan beşdar dibin di proseya sîyasîya Sûrîyê de.

Hague got ku Brîtanya Hevalbendîya Niştîmanî ya Sûrîyê wek nûnera rewa ya gelê Sûrîyê dibîne û hêvî xwest ku welatên din yên Ewropî jî pênasînê bi wê hevalbendîyê bikin.
XS
SM
MD
LG