Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Encûmena Agehîya Niştîmanî Paşeroja Kurdistanê Dinirxîne


Encûmena Agehîya Niştîmanî ya Amerîkî (National Intelligence Council) radigihîne, dibe ku Kurdistanek li Rojhilata Navîn serhilbide.

Li gor Encûmena Agehîya Niştîmanî (NIC), ku navendeke jibo nirxandina stratejîk ya pêşhat û guherînkarîyên cîhanê, dibe ku sînorên welatên Rojhilata Navîn bihên guhertin piştî rabûna Kurdistanê.

NIC radigihîne ku bi îhtîmala rabûna Kurdistanê, dibe ku metirsî jibo yekîtîya axa Tirkîyê çêbibe.

NIC raporta xwe ya derbarê îhtîmala guherînkarî û pêşhatên cîhanê heta sala 2030’ê belav kir.

Di wê raportê de, ku li 160 rûpelan pêk tê, hejmareka babet û pêşhatên cûda hatîne nirxandin, wek bûyerên sîyasî, aborî, civakî û olî.

Di raportê de hatîye ku renge terora Îslamî heta sala 2030’ê bi dawî were.

Derbarê Îranê, NIC radigihîne ku eger Komara Îslamî bikaribe desthilata xwe biparêze û çekê navokî bidest bixe, paşeroja Rojhilata Navîn ber bi gaveke pir aloz diçe.

Derbarê Sûrîyê ya piştî Beşar El Esed, NIC radigihîne ku îhtîmale Sunnîyek desthilata bigire destê xwe di çarçova hevalbendeke sîyasî de bi Îxwan El Muslimîn, Kurd, Druz û pêkhatên din.
XS
SM
MD
LG