Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

"Hevalên Sûrîyê" dê Pênasînê bi Opozîsyona Sûrî Bikin


Welatên cîhanê ku bang li Serokê Sûrî Beşar Esed dikin ku dest ji seroktîyê berde, hazirî dikin ku pênasînê bi koalîsyona nûpêkhatî ya opozîsyonê bikin, wekî nûnera rewa ya gelê Sûrîyê.

Tê çaverê kirin ku ew daxwaz di konferansa “Hevalên Sûrîyê” de ku li Fas anku Mexrîb didome, îro Çarşemê were ragihandin.

Pirtir ji 100 delegeyan pişikdarî li wê konferansê dikin û hewil didin ku li ser stratejîyeke derbazbûna sîstema demokrasîyê qayil bin, eger ku rejîma Serok Beşar Esed gêr be.

Herwiha tê çaverê kirin ku ew delege gotûbêjan li ser ewlehîya herêmî û peydakirina alîkarîya mirovahî jibo penaberên Sûrî jî bikin.

Amerîka roja Sêşemê pênasînê bi hevalbendîyê kir ku ew biryar bû sedema rexneyên Rûsyayê.

Wezîrê Derve yê Rûsî Sergei Lavrov roja Çarşemê got, pênasîna Amerîka bi opozîsyonê, li dijî bizavên derbazbûna sîstema demokrasîyê ye.
XS
SM
MD
LG