Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abdurrahman Gok Rewşa Azadîya Medyayê li Tirkîyê Dinirxîne


Abdurrahman Gok
Abdurrahman Gok
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), ya bingeh li Amerîkayê, radigihîne ku hejmara rojnamegerên girtî di vê salê de pir zêde bûye.

CPJ radigihîne ku Tirkîye, Îran û Çîn li her welatekî zêdetir medyaya rexnegir bêdeng dikin û hikûmetên wan welatan bi tawana teror û tawanên li dijî dewletê rojnamevanan xetabar dikin.

Li Tirkîyê 49 rojnamevan di zîndanê de ne, ku ev hejmar li her welatekê din zêdetir e. Bi dehan rojnamevan û sernivîsên Kurd li Tirkîyê hatîne binçav kirin û bi tawana teror û planên li dijî hikûmetê hatîne tawanbar kirin.

Sernivîserê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê Abdurrahman Gok dibêje, girtina rojnamevanan rewşa demokrasîya li Tirkîye tîne ziman û hejmara rojnamavanên binçavkirî ji hejmara ku di raportê de hatîye bahs kirin de gelek zêdetir e.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG