Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jibo Sersaxîyê, Serok Obama Çû Newtown


Serok Barack Obama roja Yekşemê çû bajarê Newtown li wîlayeta Connecticut, du rojan piştî di êrîşeke çekdarî de li dibistaneke wî bajarî 26 kes hatin kuştin, ku 20 ji wan zarok bûn.

Serok Obama jibo sersaxîyê çû Newtown û bi malbatên qurbanîyan re kom bû û xemgînîya xwe bo wan dîyar kir.

Di vê serdanê de Serok herwiha sipasîya polîs, endamên hêza parastin û hêzên hewarçûnê kir.

Hevdem, polîsê wîlayeta Connecticut ragihand ku li nav zarokên ku roja Înî hatin kuştin 12 keç û heşt kur bûn. Herwiha şeş kesên mezin hatin kuştin ku hemû jin bûn.

Êrîşberê 20-salî pêş ku komkujîyê bike, dayîka xwe kuşt. Êrîşber Adam Lanza piştî êrîşê xwe kuşt.
XS
SM
MD
LG