Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Devera Washington Komkujîya Roboksî bi Bîr Tînin


Sedat Yurtdaş: Êrîşa Roboskê ne tesaduf e
Sedat Yurtdaş: Êrîşa Roboskê ne tesaduf e
Kurdên devera Washington, paytexta Amerîka, roja Yekşemê derkertin xwepêşandineke sîmbolîk jibo salvegera yekê ya komkujîya Roboskê. Di 28ê meha 12 ya sala 2011an de, 35 hemwelatîyên sivîl yên Kurd bi êrîşeke asmanî ya Tirk hatin kuştin.

Omer Paçal, çalakvanê siyasî, ku ew jî li xwepêşandinê amade bû, di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka dibêje ku ev bûye salek Kurdên Amerîka hewil didin ji raya giştî ya Amerîkî re komkujîya Roboskê şirove bikin û zordarîya dewleta Tirk hember Kurdan bidin xuya kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Kurdên Washington xwestin salvegerê berê wexta wê ya rast pêk bînin, jiber ku hefteya were tatîla krîsmes û sersalê li Amerîka destpê dike.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna ligel birêz Omer Paçal, ji kerema xwe lînka jêrîn klîk bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG