Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporta Wezareta Derve ya Ser Êrîşa Bîngazî li Pêş Kongresê ye


Serokê Komîteya Peywendîyên Derve ya Senatoyê John Kerry ji rojnamevana re dipeyîve
Serokê Komîteya Peywendîyên Derve ya Senatoyê John Kerry ji rojnamevana re dipeyîve
Komîteyên Civata Nûneran û yên Senatoran li Kongresa Amerîkî vekolînê ligel karbidestên Wezareta Derve dikin ku êrîşên kujer yên 11’ê Îlonê li Lîbyayê ron bikin.

Ev vekolîn tê kirin, piştî ku raporteke serbixwe giheşt encamekê ku ewlekarî li konsulxaneya Amerîkî li Bîngazî li dema bûyerê baş bû.

Her du Cîgirên Wezîra Derve William Burns û Thomas Nides îro Pêncşemê li pêş komîteyên karên derve yên Civata Nûneran û Senatoyê îfadeyên xwe didin.

Ev îfadekirin tê holê, rojekê piştî ku encamên rapora Desteya Pêdaçûna Berpirsîyê (Accountability Review Board) bû egera tevlihevîyekê li nav karmendên Wezareta Derve.

Berdevkeke Wezareta Derve roja Çarşemê got, Wezîra Derve Hillary Clinton karkêşana Eric Boswell, Alîkarê Wezîrê jibo Ewlekarîya Dîplomatîk qebûl kirîye.

Berdevka Wezaretê Victoria Nuland herwiha got ku 3 kesên din jî ji karê xwe hatine sekinandin, lê wê navên wan kesan eşkere nekir.

Di êrîşa Bîngazî de Balyozê Amerîkî Christopher Stevens û 3 dîplomatên din yên Amerîkî hatibûn kuştin.
XS
SM
MD
LG