Lînkên eksesibilîtî

Welatên Kendavê Bo Îranê: Dest ji Mudaxeleyan Berde


Rêberên welatên Ereb yên Kendavê ji Îranê dixwazin ku bi zûtirîn dem dest ji mudaxelê ji karên hundir yên wan welatan berde.

Hejmareke karbidestên Sunnî yên Ereb li Kendavê, Îranê xetabar dikin ku piştgîrîya xwepêşanderên Behreynê dike. Piranîya xwepêşanderên Behreynê Şîe bûn.

Encûmena Hevkarîya Kendavê roja Sêşemê li Mename ya paytexta Behreynê herwiha daxwaz li Îranê kir ku pêgîrbûna xwe bi biryarên Ajansa Enerjî ya Atomî ya Navneteweyî rabigihîne.

Encûmena Hevkarîya Kendavê herwiha ji Îranê xwest ku çalakîyên bernama navokî xwe bi eşkereyî û transparent birêve bibe.

XS
SM
MD
LG