Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Em Hewlên Sekinandina Xunrijandinê li Sûrîyê Zêde Dikin


Rûsya dibêje, ew hewlên xwe zêde dike ku xunrijandina li Sûrîyê rawestîne ku 21 mehan vir ve berdewam e û bi hezaran sîvîl di encamê de jîyana xwe hinda kirine.

Berdevkê Wezareta Derve Aleksander Lukashevich dibêje, Moskow dîyalogê bi hikûmeta Sûrî û grubên opozîsyonê zêdetir dike.

Aleksander Lukashevich ew daxuyanî demeke kin piştî hevdîtina Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûrî Faysal Maqdad bi Wezîrê Derve yê Rûsî Sergei Lavrov da.

Tê ragihandin ku hevalbenda hikûmeta Sûrî, Rûsya hewil dide ku veguherîneke aştîyanê ya desthilatê li wî welatî pêk were.

Hevdîtina karbidestên Rûsî û Sûrî, berî serdana nûnerê aştîyê Lexder Brahîmî tê ku roja Şemîyê dihere Rûsyayê.

Brahîmî li ber e derheqa çaresîrêyên kêşeya berdewam gotûbêjan bike.

Nûnerê aştîyê Lexder Brahîmî jî îro Pêncşemê li Şamê red kir ku di destê wî de planeke aştîyê heye ku ligel karbidestên hikûmeta Sûrî gotûbêj bike.

Brahîmî herwiha înkar kir ku Amerîka û Rûsya jî qaşo piştgirî li wê planê dikin.
XS
SM
MD
LG