Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nelson Mandela ji Nexweşxaneyê Derdiveve


Hikûmeta Afrîkaya Başûr roja Pêncşemê got, bijîşk pêdivî dibînin ku serokê berê Nelson Mandela li bajarê Johannesburg bimîne da ku jibo dermankirinê nêzîkî dezgehên saxlemîyê be.

Birêz Nelson Mandela Çarşemê êvarê ji nexweşxaneyê derket piştî ku nêzîkî sê hefteyan di wir de qedand.

Di salên dawî de, rêberê navdar yê Afrîkî piranîya dema xwe li gundê xwe yê eyaleta Rojhilata Cape diborîne, cihê ku ew lê mezin bûye.

Di 8’ê vê mehê de, serokê berê yê welatê Afrîkî ji nexweşxaneyekê li paytaxta welêt, Pretoria hatibû rakirin ku 50 kîlometre dûrî bajarê Johannesburg e.

Rêzdar Mandela li wir jiber kulbûna sîngê û derxistina zuxiran ji laşê wî hatibû dermankirin.

Birêz Mandela yê 94 salî li serasner cîhanê wek sembolê azadî û aştî û lihevkirina civakî tê nasîn.
XS
SM
MD
LG