Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Opozîsyona Sûrî Moaz El Xetîb Rexne li Rûsyayê Digire


Rêberê opozîsyona Sûrî Moaz El Xetîb bi tundî bersiva Rûsyayê dide û dibêje, ti nîyeta wan tune ku bi hikûmeta Beşar Esed re hevdîtinan bikin.

Rêberê opozîsyona Sûrî El Xetîb di hevpeyvîneke televîzyona Al Jazeera de, îro Înîyê got, wî serdana xwe ya Rûsyayê betal kirîye.

El Xetîb herwiha got, ew li bendê ye ku Moskow lêborîna xwe pêşkêşî wan bike, jibo pitgirîkirina rejîma Beşar Esed.

Rûsya bang li hikûmeta Sûrî kiribû ku soza xwe ya danûstandinê bi opozîsyonê re bicîh bîne û dawî li alozîya 21 mehan bîne.

Wezîrê Derve Sergei Lazarov îro Înîyê gotibû, wî daxwaz ji karbidestên bilind yên Sûrî kiribû ku nîşan bidin ku ew ji gotûbêjên berfireh re vekirî ne.
XS
SM
MD
LG