Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lexder Brahîmî Serdana Moskow Kir


Sergey Lavrov û Lexder Brahîmî li Moskow, roja Şembî, 29'ê Meha 12, 2012.
Sergey Lavrov û Lexder Brahîmî li Moskow, roja Şembî, 29'ê Meha 12, 2012.
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî û Komkara Ereb ligel wezîrê derve yê Rûsya li Moskow kom bû, di hewilekê de ya dawîya vê salê jibo çarekirinê krîza Sûrîyê.

Lexder Brahîmî û wezîrê Rûs Sergey Lavrov roja Şembî li Mosko civîyan, cihê ku nûnerê navneteweyî behsa danûstandinên xwe yên vê dawîyê ligel Serokê Sûrîyê Beşar Esed û serhildayên Sûrî jî kir.

Birêz Brahîmî got, bijareya li Sûrîyê di navbera “dojeh û prosesa sîyasî ye.” Wî got, divê cîhan bê rawestan jibo prosesa siyasî kar bike.

Lê di kombûna herdu diplomatan de, zelal nebû ka pêşveçûneke girîng derbarê dîtina çareyekê jibo şerê Sûrîyê hatîye kirin.

Lê belê, Lexder Brahîmî hişyarî da ku nakokîya li Sûrîyê dikare xirabtir bibe, eger şer li Şam a paytext zêdetir bû. Li gorî wî, ev yek dê krîza penaberbûnê derxîne holê.
XS
SM
MD
LG