Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Senatê Plana Diravî Pejirand


Cîgirê serokî Joe Biden roleke berçav hebû di razîkirina endamên Komarî û Demokrat û pejirandina plana diravî.
Cîgirê serokî Joe Biden roleke berçav hebû di razîkirina endamên Komarî û Demokrat û pejirandina plana diravî.
Civata Senatê ya Kongresa Amerîkî planeke diravî pejirand di bizavekê de jibo rêgirtin li zêdebûna bacê û kêmkirina xercîyên hikûmeta federalî.

Di civîneke ne asayî de li roja serê salê, senatoran ew plan bi 89 beramberî 8 dengan pejirand.

Endamên herdu partîyên Demokrat û Komarî li ser wê planê lihevkirin piştî danûstandinên tund, ku çend rojan berdewam bûn.

Serok Obama pesna Civata Senatê da û ji Civata Nûneran xwest ku bi zûtirîn dem wê planê derbaz bike.

Civata Nûneran nîvroya Sêşemê kom dibe jibo encamdana gotûbêjan li ser wê planê.
XS
SM
MD
LG