Lînkên eksesibilîtî

Xwepêşandan li Dijî Hikûmeta Malikî li Musilê Berdewam e


Xwepêşandan li dijî sîyaseta serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî li bajarê Musilê berdewam bû.

Serokê perlemanê Îraqê, Usame El Nûceyfî, beşdarî di xwepêşandanên roja Sêşemê kir, di demekê de ku xwepêşandan jibo pênc rojan berdewam e.

Sunnî yên Musilê roja Şembî dest bi xwepêşandanan kirin li dijî “rêbazên Malikî” û “hikûmeta piranî Şîe.”

Xwepêşanderan dibêjin ku divê hikûmeta Malikî li demê sê rojan bersiva daxwazên wan bide.

Kurdên Musilê jî piştgîrîya xwe jibo daxwazên xwepêşanderan ragihand.

Di heman dem de xwepêşandanên Sunnîyan li parêzgehên Enbar û Selaheddînê berdewam in.

XS
SM
MD
LG