Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistanî Heft Kesên Kuştî Binax Dikin


Bi sedan gundî li bakur rojavaya Pakistanê roja Çarşemê derketin kolanan jibo pênc mamosteyên jin û du karkerên saxlemîyê veşêrin, ewên ku roja Sêşemê ji aliyê mîlîtanan ve hatibûn kuştin.

Her heft kes li navendeke komelayetî ya bajarê Swabî hatibûn kuştin. Li wir, wan alîkarîya zarokan dikrin jibo standina derzîyên li dijî felcbûnê.

Hin mîlîtanên li dijî derzîlêdanê, karkerên saxlemîyê wekî sîxorên hikûmeta Amerîkî tawanbar dikin û îdîa dikin ku ev derzîlêdan jibo gihandina ziyanê bo zarokên Misilmanan e.

Rûniştvanên bajarê Pakistanê termên kuştîyan li ser milên xwe kirin û li derdora bajêr gernadin jibo binaxkirinê.

Het nuha ti kesî berpirsîya êrîşê nexistiye stûyê xwe, û polîs jî ti kes negirtine.
XS
SM
MD
LG