Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanekî Amerîkî li Sûrîyê Winda Dibe


Malbata rojnamevanekî Amerîkî roja Çarşemê got ku kurê wan li Sûrîyê winda bûye ji dema ku berî mehekê de hatibû revandin.

Malbata rojnamevan James Foley got, ew roja Spasdarîyê ji alîyê çekdarên nenas ve li bakur rojavaya Sûrîyê hatiye revandin.

Foley, yê 39 salî li çend deverên şer û nakokîyê li Rojhilata Navîn kar kiriye, wekî Sûrîyê, Lîbya û Îraq. Li Sûrîyê, wî vîdyo pêşkêşî Ajansa Fransî ya Nûçeyan dikir. Rojnamevanê Amerîkî sala 1996’an ji Zanîngeha Marquette derçûye.

Windabûna James Foley rîska li ser nûçegihan û rojnamevanan nîşan dide ku dixwazin li ser şerê navxweyî li Sûrîyê raport bikin.

Foley û rojnamevanekî din li parêzgeha Îdlib ya bakurê Sûrîyê kar dikirin, dema ku ew li nêzîkî gundê Teftenaz 22ê meha yazde hatibû revandin.

Berî ku li Sûrîyê kar bike, rojnamevanê Amerîkî herwiha li Lîbya mabû, cihê ku li wir jî derbarê şerê navxweyî raport dikir.

Malbata wî di daxuyanîya xwe de gotin ku ji dema kurê wan hatiye girtin, wan ti zanîn derbarê wî tune ye.
XS
SM
MD
LG