Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Sûdan û Sûdana Başûr li Hev Dicivin


Serokên Sundan û Sudana Başûr roja Înîyê kom dibin da ku pirsgirêkên girêdayî rêkeftinên ewlekarî û aborîyê gotûbêj bikin.

Tê çaverê kirin ku Serokê Sûdanê Omar Bashir û yê Sûdana Başûr Silva Kiir bêçekkirina devera tixûbî navbera herdu welatan giftûgo bikin, piştî ku Îlona borî li ser lihev kirin.

Petrola ku Sûdana Başûr tê berhemdan nikare bi rîya borîyên neftê yên Sûdanê were veguhestin, eger rêkeftinên bicî neyên. Nebûna dahata petrolê bûye sedema têkçûna aborîya herdu welatên cîran.

Di Nîsana borî de herdu welat gihiştin ber devê şerekî giran. Rêkeftinên Îlonê bang li herdu welatan dikin ku leşkerên xwe bi kêmanî 10 kîlomteran dûrî sînor vekişînin.

Hêjayî gotinê ye, danûstandinên roja Înîyê li paytexta Etyopayê, Addis Ababa cih digirin. Serokwezîrê Etyopî Hailemariam Desalegn alîkarîya gihiştina rêkeftinên Îlonê kiribû.
XS
SM
MD
LG