Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Amerîkî Gotara Esed Rexne Kir


Victoria Nuland.
Victoria Nuland.
Hikûmeta Amerîkî ragihand ku plana serokê Sûrî Beşar El Esed jibo lidarxistina konferanseke aştbûna niştîmanî ji “rastîyê dûr e” û bizavek e jibo destgirtin bi desthilatê.

Peyvdara wezareta derve Victoria Nuland dibêje ku Esed rewatî ji dest da û divê dest ji desthilatê berde.

Birêz Nuland herwiha got ku Esed pêşnîyara dîyalogê dike li demê ku hikûmeta wî bi mebest alozîya tayîfî hand dide û gelê xwe dikuje.

Serokê Sûrî Beşar El Esed roja Yekşemê gotarek pêşkeş kir û daxwaza çareserîyeke sîyasî kir jibo qeyrana Sûrîyê.

Di wê gotarê de, Esed serhildayên Sûrî bi “teroristên El Qayde” û “tawankar” bi nav kir.
XS
SM
MD
LG