Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demirtaş: Mirov Nikare Bêje Muzakere Destpêkirine


Selahattin Demirtaş
Selahattin Demirtaş
Hevserokê Partîya Aştî Demokrasîyê (BDP), Selahattîn Demirtaş, roja Sêşemê li Enqerê gruba parlemanê, derbarê hevdîtinên bi serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK), Abdullah Ocalan re daxuyanîyên girîng dan.

Birêz Demirtaş, dibêje, eşkerekirina hevdîtinan ji bîragiştî re û xwedîderketina hevdîtinên bi Ocalan re ya du siyasetvanên Kurd piştî 14 salan, du babetên girîng in.

Hevserokê BDP’ê dide zanîn, ev hewildan di encama hevkarîya AKP û BDP’ê de pêk nehatîye ku tu nexşerêyeke çareserîyê ya hatiye diyar kirin jî tune ye.

Sîyasetvan û Nivîskarê Kurd Fuat Onen, derbarê hevdîtinên bi Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan re, ji Dengê Amerîka re diyar dike, jiber ku 2 alîyên serbest yên şertên wan wekî hev bin tune ne, mirov nikare behsa muzakereyan bike.

Sîyasetvan Onen, dibêje, dema dewlet ferz dike hevdîtin pêk tên ku ev jî nayê wateya muzakereyan.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG