Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hindistan: Pakistanê Du Leşkerên Hindistanî Kuştin


Leşkerên Pakistanê li Keşmîrê du leşkerên Hindistanî kuştin, li gorî Hindistanê.

Artêşa Hindistanê ragihand ku leşkerên Pakistanî roja Sêşemê derbasî Keşmîr a bin kontrola Hindistanê bûn û du leşker kuştin.

Karbidestekî Hindistanî ragihand ku bêrêzî bi termê yek ji leşkerên kuştî jî hatîye kirin.

Pêş du rojan, Pakistanê raighand ku leşkerekî Pakistanî her li wê deverê hate kuştin. Roja Yekşemê, Pakistanê ragihand ku leşkerên Hindistanî sînor derbas kir û êrîşa bingehekê artêşa Pakistanî kirin.

Piştî parçebûna Hindistan a bin kontrola Brîtanyayê li sala 1947’ê, sê caran şer li navbera Hindistan û Pakistan çêbûye.
XS
SM
MD
LG