Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nirxê Petrolê li Sala 2013'ê Bilind Dibe


Nirxên petrolê roja Çarşemê bi ser 93 dolaran ket jibo her bermîlekê, piştî kompaniya Alcoa pêşbînîya daxwazên bêtir li ser neftê bo sala 2013’an kir.

Kompaniya Alcoa got, wê ziyan jiber lawazbûna aborîya cîhanî dîtîye, lê dîsan jî pêşbîn dike ku daxwaza li ser petrolê di sala nû de bi rêjeya 7 ji sedî zêde bibe.

Di çarîya dawî de ji sala borî, bidestxistinên diravî yên kompaniyê ligel wan pêşbînîyan bûn, lê zêdebûna dahatê wê pêşbînîyên Wall Street jî derbas kirin.

Lê di warê neyênî de, rêjeya bêkarîyê li 17 welatên ku Euro bikar tînin di meha 11’ê ya sala borî de gihişte 11.8 ji sedî. Ev rêjeya bêkarîyê ya herî bilind bû ji dema ku Euro di sala 1999’an de hatiye damezrandin.
XS
SM
MD
LG