Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûdan 30 Serhildayan li Darfurê Dikuje


Artêşa Sûdanî dibêje ku leşkerên wê bi kêmanî 30 serhilda li devera Bakurê Darfurê kuştine.

Peyivdarê artêşê Kolonêl Sawarme Xalid dibêje, hêzên serhildayan endamên Tevgera Dadmendî û Wekhevîyê bûn. Wî ji Navenda Medyaya Sûdanê ya ser bi hikûmetê re roja Çarşemê ragihand ku artêşê êrîşek serhildayan li devera Jebel Marra li Bakurê Darfur têk bir.

Ji sala 2003an de herêma Darfur ketiye nav krîzê de, piştî ku xelkên Afrîkî yên wê deverê dest bi serhildanekê kirin û hikûmeta Sûdanê ku di dest Ereban de ye bi nijadperestîyê tawanbar kirin.

Rêxistinên mafên mirovan hikûmetê bi êrîşên li dijî sivîlan wekî tolhildan gunehbar dike, lê hikûmeta Xertûmê vê îdîayê red dike.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, 300 hezar kes di şer de hatine kuştin û bêtirî 2.7 milyon kesên din ji deverên xwe hatine derxistin.

Serokê Sûdanê Omar al Bashir bi tawanên şer li Darfurê ji alîyê Dadgeha Tawanan ya Navneteweyî ve hatiye gunehbar kirin.
XS
SM
MD
LG