Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Hikûmeta Tirkîye û Ocalan Planek Qebûl Kir


Rojname û kenaleke televizyonî ya Tirkîyê radigihînin ku hikûmet û rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan planek qebûl kir jibo bi dawî anîna şerî û çareserkirina pirsgirêka Kurd li wî welatî.

NTV û rojnameya Radikal radigihînin ku karbidestên Tirk û Ocalan bi planeke çar-xalî razî bûn.

Plan bi ragirtina şer û vekêşana hêzên PKK’ê li Tirkîyê destpê dike û paşî Ocalan nêrîna xwe hemberî wê pirsê dîyar dike, li gorî rojnama Radikal.

Herwiha li gorî wê planê, bi hezaran kes li zîndanên Tirkîyê dihêne azadkirin ku bi tawana endametîya PKK’ê re hatîne girtin.

Paşî di destûrê nû yê welatî de pirsgirêka Kurd wê çareser bibe û perwerdeya bi zimanê Kurdî wê serbest bibe.
XS
SM
MD
LG