Lînkên eksesibilîtî

Sê Çalakvanên Kurd yên Jin li Fransayê Tên Teror Kirin


Polîsên Fransî dibêjin ku sê çalakvanên jin yên endamên Partiya Karkerên Kurdistanê li paytexta Fransî Parîs ji alîyê hinek çekdaran ve hatine teror kirin.

Polîsan roja Pêncşemê ragihandin ku termên her sê jinan ku şûna guleyan têde bûn, li navendeke Kurdî bo zanyarîyan hatin dîtin. Yek ji wan qurbanîyên bi navê Sakîne Cansiz e, ku bixwe yek ji dameznêrên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye.

Rêvebirê navenda zanyarîyan gote rojnamevanan ku cara dawî her sê jin berî ku bên kuştin
hatibûn dîtin nîvroja Çarşemê bû. Dost û hevalên qurbanîyan xwe gihandibûn navenda zanyarîyan piştî ku telefonên wan nedihatin bersivdan.

Wezîrê hundir yê Fransayê Manuel Valls roja Pêncşemê serdana cihê tawanê kir û got ev kuştin qet nayên qebûl kirin.

Hêjayî gotinê ye, polîsên Fransî yekser dest bi vekolîna van kuştinan kirine.
XS
SM
MD
LG