Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Berdana Wan, Îranîyên li Sûrîyê Vedigerin Welatê Xwe


Tê çaverê kirin ku 48 Îranîyên ji aliyê serhilayên Sûrîyê hatibûn girtin, îro Pêncşemê vegerin Îranê, piştî ku di rêkeftinekê de ligel hikûmeta Serok Bashar Esed hatin berdan.

Girtîyên Îranî roja Çarşemê hatibûn berdan pişt ku hikûmetê 2130 girtîyên opozisyona Sûrî berda. Di nav şerê navxweyî li Sûrîyê de, ev rêkeftin wekî mezintirîn danûstandin navbera hikûmet û opozisyona Sûrî tê dîtin.

Balyozê Îranî li Sûrîyê, Mihemed Rîza Şîbanî pêşwazîya Îranîyên berdayî kir, piştî ku gihiştin hotêla Sheraton li Şama paytext.

Serhildayên Sûrî îdîa dikin ku ev kesên Îranî girîdayî Pasevanên Şoreşa Îslamî yên hikûmeta Tehranê ne. Îran vê îdîayê red dike û dibêje, van kesan serdana hin deverên Şî’yî li Sûrîyê dikirin.

Her îro Pêncşemê, Wezîrê Derve yê Îranê Ali Akbar Salehî ligel serekê Komkara Ereb Nebîl el Erebî li Qahîre kom bû da krîza Sûrîyê gotûbêj bikin. Tê çaverê kirin ku Salehî herwiha ligel Serokê Misirê Mihemed Morsî û Nûnerê Komkara Ereb û Neteweyên Yekbûyî bo Sûrîyê Lexder Brahîmî bicive.
XS
SM
MD
LG